Kurmancî (kurmanji)
Tu bi xêr hatiye kitêbxaneyê
Deyn bike - bi temamî belaş.
Karta te ya kitêbxaneyê
- Karta kitêbxaneyê belgeyeka qîmetdar ya şexsî ye.
- Pêwîstîya te bi şîfreyeka PINê heye ji bo ku tiştekî deyn bikî, deynkirina wî dirêj bikî û wî reserve bikî.
- Heger karta te ya kitêbxaneyê winda bibe, agahdarîya me bike da em wê îptal bikin.
- Em agahdarîyên te li gor qanûna agahdarîyên şexsî bi kar tînin.
Dema deynkirinê.
- Piranîya caran heqê te heye tu kitêbekê ji bo çar hefteyan deyn bikî.
- Heger kitêbek reservekirî nebe, tu dikarî bi rêya bibliotekuppsala.se yan bi rêya telefona 018-727 17 00 deynkirinê dirêj bikî.
- Heger tu tiştê deynkirî venegerînî, em hişyarîyekê dişînin.
- Heger tu bixwazî, em dikarin bi rêya e-posteyê yan smsê sê rojan berî temambûna dema deynkirinê te agahdar bikin.
Heger tu tiştê deynkirî dereng vegerînî.
- Deynkirin belaş e, lê em heqekî distînin heger tu tiştê deynkirî dereng vegerînî.
- Heger tu mezin bî û cezayê te ji 50 kronan zêdetir be, tu nikarî tişteki deyn bikî heta tu cezayî nedî.
- Zarok û ciwan heta dibin 18-salî heqê derengxistina tiştê deynkiri nad
Nimûneyên heqî.
Heqên derengxistinê
Kiteb, kovar, cd, film û hwd. 3 kron/roj.
Heqê hişyarîyê 25 kron/car
Herî zêde tu ji bo hemû tiştan yên ku tu bi
Hev re vegerînî 100 kronan didî.
Heqên din
Karteka kitêbxaneyê ya nû 20 kron, ji bo Zarokan 10 kron.
Tu behsa hemû heqan û agahdarîyên temam li ser şertên deynkirinê di Lånevillkor de dibînî.
Tiştê ku tu lê digerî li kitêbxaneyê
Peyda naba?
Heger tiştê ku tu lê digerî deynkirî be, tu dikarî wî rezerve bikî. Heger tiştê ku tu lê digerî li ba me nebe, tu dikarî ji me bixwazî ku em wî bikirin yan ji kitêbxneyeka din deyn bikin.
Bibliotekuppsala.se -
kitêbxaneyeka temam li mala te
Bibliotekuppsala.se şevûroj, hemû salê vekirî ye.
Ji bo bikaranîna bibliotekuppsala.se hesabekê veke.
Ew şexsî ye û karta deynkirinê û şîfreya PINê dixwaze.